ROJEVA 25'Ê COTMEHÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 25'ê Cotmeha 2018'an.

- Çalakiyên ji bo azadî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê yên li dijî DAÎŞ'ê tên kirin, wê bên şopandin.

- Fermandar Egîd Garzan li ser êrîşên li dijî Herekolê axivî û got, "Dijmin tenê çû ser çend girî û li wir êsîr ma. Herekol wê her tim ji wan re bibe goristan."

- Di qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê de ku ji bo qedandina DAÎŞ'ê tê kirin, çete hewl didin ji bahoza xîzê sûdê werbigirin û êrîş bikin. Fermandarên QSD'ê dibêjin, operasyon li gorî plansaziya wan bi rê ve diçe.

- Bêrîtan şoreşgereke efsanewî bû ku beriya niha bi 26 salan li ser zinarekî manîfesto nivîsand û bû pêşenga artêşbûna jinê ku niha bi hezaran endamên xwe hene.

- Davût Karasû bi wesîleya salvegera şehadeta Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş) got, "Berê wê li serketinê bû. Dest bi çi karî bikira, heta ku bi ser biketa jê nediqeriya. Bi sekna xwe ya serhildêr heta dawiyê têdikoşiya."

- Qeymeqamê talanker Atif Çîçeklî ku dest daniye ser Şaredariya Artemêtanê, beriya niha li ser goristana Ermeniyan tiwalet çêkiribû û niha jî ji bo kafeteryayê li Keleha Kiz  dîrokê çêbike, dest bi kar kir.

- Ji bo vegotina erdnîgariya Dersimê, gotin kêm dimînin. Mîna ku hemû gotinên bên gotin li pêşberî vê bedewiyê fedî dikin û xwe vedişêrin.

- Beriya niha bi demeke kin, ciwanê Kurd Amed Ahmed ku bi neheqî hatibû destgîrkirin, ji ber xemsariya polîsên Elman li hucreya xwe ji ber şewatê miribû. Ji bo darizandina kesên ku berpirsyariya wan di mirina Ahmed de heye, kampanyayê dest pê kir.