ROJEVA 25'Ê ADARA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 25'ê Adara 2020'an.

Yek ji bajarên ku rîska şewba vîrûsa koronayê lê zêde ye, Wan e. Pêla penaberiyê ya ber bi Wanê ve dewam dike. Rojane bi sedan penaber bêyî ku rewşa wan a tenduristiyê bê kontrolkirin tên Otogara Wanê.

Nexweşekî di karantînayê de ye anî ziman ku nexweşî ji wan jî tê veşartin û diyar kir ku şert û mercên karantînayê nebaş in. Doktor jî dibêjin hejmara nexweşan nayê eşkerekirin.

Sazî, siyasetmedar û akademîsyenan bal kişandin ser rewşa kampên penaberan ên qelebalix ên li Wanê û ji bo tevdîrên têrker bên wergirtin daxuyaniyeke hevpar dan.

Hunermendên Efrînî yên li Şehbayê bi beşdariya 22 hunermendên Kurd stranek û klîbek li ser yekîtiya neteweyî çêkirin.

Li Efganistanê aliyên şer li hev nakin. DYE'yê jî ragihand ku wê hem alîkariya malî hem jî hejmara leşkerên xwe kêm bike.

Trafîka hewayî ya li Ewropayê ji ber vîrûsa koronayê kêm bû. Tê gotin ku şîrketên hewayî wê sala 2020'an 252 milyar dolarî winda bikin.

Li Çadê ku welatekî Efrîka Navîn e, ji ber êrişeke çeteyên Boko Haram bi sedan leşkerî jiyana xwe ji dest dan.

Fosîleke organîzmayê ya 555 milyon salî ku li Awûstralyayê hate dîtin, tê texmînkirin ku pêşiyê mirovan û gelek cûreyên heywanan e.

Li taxa Kaynartepê ya navçeya Baglar a Amedê, ji ber xemsariya şaredariyê mala gel veguheriye wargeha kesên madeyên hişberiyê bikartînin û cihê dizan.