ROJEVA 24'Ê TEBAXA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 24'ê Tebaxa 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

- Dayikên Şemiyê wê roja 25'ê Tebaxê ji bo cara 700'î li Meydana Galatasarayê li hev bicivin û bibêjin, "700 hefte di ser re derbas bûn, hîn jî baweriya min heye."

- Zarokên li zomên Bradostê, di bin bomberdûmana artêşa Tirk de cejna xwe pîroz kirin û bersiveke mezin dan dagirkeran.

- Li gorî lêkolîneke ku li DYA'yê hate kirin, dema ku tedawiya jinên krîza dil derbas kirine ji aliyê doktorên jin ve tê kirin, rêjeya mirinê kêm dibe.

- 116 penaberên ku pêr xwe li herêma Ceaûta ya Spanyayê digirtin, di nava 24 saetan de li Fasê hatin vegerandin. Rêxistinên mafên mirovan diyar kirin ku rêveberiya Madrîdê bi vê dersînorkirinê re sûc kiriye.