ROJEVA 24'Ê SIBATA 2018'AN

24'ê Sibat 2018 rojeva Navenda Nûçeyan

-Çalakiyên ji bo ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê werin şopandin

-Operasyon û geşedanên bi vê ve têkildar ên li Bakurê Sûriyê yên dijî DAÎŞ’ê wê werin şopandin.

-Êrîşên artêşa dagirker a Tirk ên li ser Efrînê û geşedanên pê ve têkildar wê werin şopandin.

-Di serî de li Ewropa li çar hêlên cihanê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li ser Efrînê wê werin şermezarkirin.

- Di Berxwedana Serdemê ya li dijî hewldana dagirkirina dewleta Tirk de li Efrînê eniyeke paş heye; Komun. Ev komun ku şaneya damezirîner a şoreşê ne niha jî weke motorê berxwedanê, berxwedana civakî û hevgirtinê dihone.

- Heftiya bihurî Serokê Dijberê Hejariyê û Rêxistina Xizmetê ya Tenduristiyê ya Elman Prof. Dr. Gerhard Trabert ku ji Rojava vegeriyayî banga alîkariya lezgîn kir. Trabert got heta niha ji 200 kesî zêdetir sivîlî jiyana xwe ji dest daye û got pêdivî bi her cure malzemeyên tenduristiyê hene.

- Evdî Baskî yê Efrînê ku merasîma cenazeyên şervanên şehîd ên Şoreşa Rojava organîze dike dibêje, ‘’Efrîn diyarê şehîd û şoreşgeran e. Dewleta Tirk ti caran wê nikaribe vîna Efrîniyan bişkîne ku ji bo rûmeta xwe şer dikin.’’

Fermandara YPJ’ê Destîna Kobanê got divê Efrînê ku Berxwedana Serdemê lê tê jiyîn, mirov bi ti devereke dî re tevlîhev neke û wiha got: ‘’Li vir helwesteke vînê heye ku ev ji mehekê zêdetir e didome. Ji eniyê ta bi kuçeyê, ji leşkerî ta bi gel ev wiha ye. Ez gele Efrînê ji ber berxwedaniya wê ya mezin a ya li dijî vî şerê dûrî exlaq slav dikim.’’

- Mîkaîl Mahmat ku dema li Girtîgeha Kandirayê midûrê 2. bû bi zextên li ser girtiyên siyasî dihate naskirin tayinî alîkarê midûr ê Girtîgeha Tîpa T ya Wanê kirin.