ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2017

Rojeva Navenda Nûçeyan a 24'ê Mijdara 2017'an.

- Pêngava Bagera Cizîrê ya ji bo rizgarkirina Dêra Zorê bi rê ve diçe, wê bê şopandin.

- Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li Strasboûrgê tê lidarxistin, wê were şopandin.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê bên şopandin.

- Komek ji neteweperestên Tirk ên alîgirên Erdogan ku li başûrê Elmanyayê xwe bi rêya înternetê bi rêxistin dike û fermanan ji Enqereyê digire, kişf bû.

- Kemal Pîr em bi hevalê Hakî Karer da nasandin. Piştre em bi mala li Anittepeyê. Min Rêbertî cara yekê li wir dît. Em yekser bi hev re tevlî koma Apoyî bûn... Riza Altûn qala serdemên destpêkê yên PKK'ê yên li Tûzlûçayirê dike.

- Polîsên Tirk, bi hinceta ku 'wêneyê terorîst lê heye' avêtin ser mala Mûstafa Ayaz ê li Wanê û dest danî ser wêneyên kurê wî yê şehîd.