ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2020'Î

Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir ku di çarçoveya Pîlana Şark Islahatê de bi komkujiyên mîna Komkujiya Mereşê û zext û zordariya piralî rojhilatê Firatê ji Kurd û Elewiyan hate valakirin û banga vegerê li Kurdan kir.

Rojnameya heftane ya Elmanyayê Der Freîtag di hejmara xwe ya vê hefteyê de banga sendîkayên Îngiliz a "Dem hatiye; azadî ji Abdullah Ocalan re, aştî ji Kurdistanê re" weşand.

Endamê KNK'ê û Hevserokê Eniya Gel a Demokratîk Kamûran Berwarî serdana Serokwezîrê Iraqê Mûstafa El Kazimî ya li Tirkiyeyê nirxand û got, "Eger hikumeta Başûr helwestê nîşan nede wê Başûr bi temamî bê dagirkirin."

Jinên ku li dijî êrişên li ser Rojava ji bo parastina welatê xwe tevlî nava hêzên QSD'ê bûn, diyar kirin ku ew bi biryar in dijmin ji xaka xwe derxînin.

Ji Partiya Koalîsyona Sor Kes a Danîmarkayê "Enhedslisten" parlamenter Søren Søndergaard têkildarî rewşa Leyla Guven û Selahattîn Demîrtaş pêşnûme pirsek da Wezîrê Karên Derve Jeppe Kofod.

Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) ragihand ku zêdeyî 22 sal cezayê girtîgehê yê li Leyla Guven hatiye birîn nayê qebûlkirin û ji bo berdana girtiyên siyasî hemûyan bang kir.