ROJEVA 24'Ê GULANA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Çîgdem Dogû got, jin tenê bi nêzîkatî û tevgereke rêxistinbûyî dikarin sîstema dewletê ji holê rakin ku gihîştiye asta faşîzmê.

Parlamenterê DEM Partiyê Zulkuf Ûçar diyar kir ku aqlê di Doza Kûmpasê ya Kobanê de kete dewrê, di pêvajoya amadekirina destûra bingehîn de jî li dijî gelê Kurd ketiye kemînê.

Hevserokê Amedê yê DEM Partiyê Abbas Şahîn anî ziman ku Doza Kobanê hewldanek ji bo qedandina tevgera Kurd e, lê wê paşve gavê neavêjin û got, "Ev sîstem divê bê hilweşandin. Heta ku tecrîd bi dawî nebe demokrasî jî nabe."