ROJEVA 23'Ê TEBAXA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 23'ê Tebaxa 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 23'ê Tebaxa 2018'an.
- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.
- Ekonomîst Ramazan Tûnç bal kişand ser bandora nêzîkatiya li pirsgirêka Kurd a li ser aramiya fînansî ya li Tirkiyeyê û got, "5'ê Nîsana 2015'an dema radestandina hevdîtinên bi Ocalan re, destpêk e."
- Li Elmanyayê ku zêdeyî milyonek Kurdistanî hene, tenê 2 hezar û 200 zarok tevlî dersên Kurdî dibin. Hejmara mamosteyên Kurdî jî 50 ye. Li eyaleta NRW'ê, tevî ku 1000 zarokan qeyda xwe çêkirin, ji ber ku mamoste nîne, nikarin dersê bibînin.
- Celal A. ku li bajarê Hannover ê Elmanyayê 4 Kurd kêr kir û yek jê bi giranî birîndar kir, 3 sal in bi serbestî digere. Celal A. ji aliyê dadgehê ve bêguneh hate dîtin. Faşîstê Tirk henekê xwe bi dadgehê kir û got, "Wan xwe li kêra min xistin."
- Keştiya bi navê "Dîcîottî" ku 177 penaber tê de ne, piştî çend rojan destûr hate dayin ku xwe bide ber peravên Sîcîlyayê yên Îtalyayê. Destûr hate dayin ku tenê zarok ji keştiyê peya bibin.