ROJEVA 23'Ê SIBATA 2021'Ê

Nûçeyên sereke yên rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.

Çalakiyên ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê û li bajarên Parîs û Marsîlya yên Fransayê tên lidarxistin, wê werin şopandin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan li ser êrişa dewleta Tirk a li Garê got, "Erdogan bi qumarê lîst, lê xisirî. Ya rast, xwest ku Garê veguherîne şoveke siyasî, lê jê nehat."

Di çarçoveya kampanya "100 sedem û 100 hezar îmzeyên ji bo darizandina dîktator" li Swîsreyê zêdeyî 17 hezar îmze hatin komkirin.

Endama Koordînasyona KJAR'ê Ciwana Sine diyar kir ku hejmara jinên li Îranê tên darvekirin dema dawî zêde bûye û got, "Îran bi darvekirina jinan dixwaze civakê bitirsîne."

Alîkara Serokê Tevgera Demokrasiya Civakî ya Qibrisê Marîa Vasîlîadoû li ser betalkirina wekîltiya parlamenterên HDP'ê daxuyanî da û piştgirî da wekîlên HDP'ê.

Komên Çep a Yekbûyî ya Ewropayê/Çep Kesk a Skandînavyayê (GUE/NGL) ên li Parlamenta Ewropayê daxuyanî dan û bang kirin ku li dijî rejîma Erdogan helwest bê nîşandan.

Partiya SNP a li Skoçyayê desthilatdar e, ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û jinûve destpêkirina hevdîtinên aştiyê bang kir û ji hikumeta Londonê jî xwest ku zextên li ser HDP'ê şermezar bike.