ROJEVA 23'Ê MIJDARA 2023'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava wê bêne şopandin.
- Komîteya Rêveber a PKK'ê bang li her kesî kir ku beşdarî kampanya azadiyê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibin û got, "Di sala 46'an de rêya me vekirî ye, pêşiya me ronî ye."
- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê û Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan destnîşan kir ku civakeke hêviya xwe şikestibû, bi rêya têkoşîna gerîla li dijî dijmin têkoşîna xwe bilind kir.
- Gerîlayên HPG û YJA Starê anîn ziman ku wan li Zapê dagirkeriya Tirk sekinandine û gotin, bi operasyona şoreşgerî ya dawî re ew dixwazin dagirkeran bişînin cihê jê hatine.
- Faris Îbrahîm Seyîd ku 33 sal in li Rojava di nava têkoşînê de ye, diyar kir ku têkçûna serhildanên Kurdan bû sedema bêhêvîtiyê, lê ev yek bi fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatiye guhertin.
- Sekretera Giştî ya KCDP'ê Fîdan Ataselîm diyar kir ku desthilatdarî di bin navê destûra bingehîn a nû de dixwaze welêt bixe bin hegemona Îslamê û destnîşan kir ku wê vê rêveçûnê bi hev re biguherînin.