ROJEVA 23'Ê KANÛNA 2020'Î
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Hevserokê DBP'ê Keskîn Bayindir bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "AKP-MHP bi rêya tecrîdê dixwazin rejîma xwe ya nû ava bikin. Têkbirina tecrîdê wê bibe hilweşîna vê faşîzmê."
Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Sezaî Temellî anî ziman ku gotinên Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî ne tenê gotinên wî ne û got, "Devlet Bahçelî dengê dewleta ku bêaqil bûye."
Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetûllah Aştî û Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk li ser yekîtiya neteweyî ya Kurdan û êrişên dewleta Tirk axivîn û destnîşan kirin ku şert e li dijî êrişan kongreya neteweyî bê lidarxistin.
Serokê Rûmetê yê ILPS'ê Jose Marîa Sîson û Koordînatora Bingehîn a ICOR'ê Monîka Gaerner-Engel nameyek ji PDK'ê û Serokê wê yê giştî Mesût Barzanî re şandin.
Aktîvîstê Kurd Mûstafa Tûzak ji aliyê Dadgeha Eyaletê ya Bilind a Munchenê ve hate girtin. Tûzak ji bo bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê ketibû greva birçîbûnê.
Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn mohra xwe danî binê qanûna ku mafê destnedana heta bi hetayê dide serokên berê.
Komîsyona Neteweyî ya ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve ji bo Malî hate avakirin, ragihand ku artêşa Malî 'sûcên şer' û komên çekdar jî 'sûcên li dijî mirovahiyê' kirine.