ROJEVA 23'Ê HEZÎRANA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- 'Nobeta Azadiyê' ku 25'ê Hezîrana 2012'an ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd li pêşiya Konseya Ewropayê destpê kir, 10 sal li pey xwe hişt. Kedkarên çalakiya nobetê Helene Dersim û Rojda Emekçî li ser çalakiyê ji ANF'ê re axivîn.
- Endama Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê Fatma Kûrtûlan a HDP'î got, kiryarên li girtîgehên Tirkiyeyê gihîştine asta êşkenceyê û diyar kir, ku di encamê de girtî jiyana xwe ji dest didin.
- Cîhan Denîz û Husnû Ablay di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de bi jiyan, kesayetiya xwe ya pêşeng û pratîka xwe mohra xwe li pêvajoyekê xistin. Jiyana xwe dan têkoşîna azadiyê ya gelan û rizgariya welat.
- Berî bi 59 salan Şêx Marif Berzencî, Husên Berzencî, Cebar Pîrozxan û Mecîd Hesen jî di nav de 28 welatparêz, şoreşger û niştîmanperwer ji aliyê rejîma Baas ve hatin bi darvekirin. Îro jî heman hişmendî bi netewperestiya paşverû ya Kurd re li ser kar e.
- Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Yûsûf Kara anî ziman, ku dewleta Tirk bi rêya êrişan dixwaze kampê belav bike û got, "Em ê serî li ber êrişan netewînin û bi azadiya Rêber Apo serketina xwe tacîdar bikin."