ROJEVA 23'Ê GULANA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Li Navenda Çandê ya Amara bi pêşengiya Înîsiyatîfa Malbatên Pirsûsê wê 33 ciwanên şoreşger bêne bîranîn ku 9 sal berê hatin qetilkirin.

Çalakiya Dayikên Şemiyê ku çalakiya bêîteatiya sivîl a herî demdirêj a Tirkiyeyê ye, vê hefteyekê kete Hefteya 1000'emîn. Lêgerîna li edaletê ku 29 sal in ji bo windahiyên di binê çavan de tê kirin, bi nifşê sêyemîn dewam dike.

Adalet Kaya anî ziman ku Doza Kûmpasê ya Kobanê dozeke tolhildanê ye û got, "Rêya xwegihandina li demokrasî û azadiyê zehmet e. Em bi biryar in ku hîn bi xurtî li ser vê rêyê bimeşin."

Ji parêzerên dozê Îlke Işik anî ziman ku wê Komkujiya Enqereyê ya 10'ê Cotmehê bibin DMME'yê û got, ji bo darizandina hemû berpirsyaran wê bibe serlêdana destpêkê.

Enwer Muslim anî ziman ku hikumeta Tirk mirovên ku hêz dane berxwedana Kobanê dîl digire, her wiha êrîşî qada berxwedanê dike û got, "Her gava ku dewleta Tirk diavêje ji ya din cuda nîne, polîtîkaya qirkirina topyekûn e."

Koordînasyona CKF'ê bi daxuyaniyekê ji bo Festîvala Ciwanên Kurdistanê ya 25'ê Gulanê banga tevlîbûnê kir ku wê li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê pêk were.