ROJEVA 22'Ê TÎRMEHA 2019'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 22'ê Tîrmeha 2019'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 22'ê Tîrmeha 2019'an.
- Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn diyar kir, dewleta Tirk bi her rengî êrîşî destketiyên Kurdan dike û got, "Karê destpêkê ku divê em bikin ew e, li dijî dewleta Tirk hêza xwe bikin yek û bi navê gel li ber rabe."
- Rêvebera KJK'ê Koçerîn Amed got, herêma Bradostê ji nû ve veguheriye navenda berxwedanê û destnîşan kir, "Bradost mîna hevpeyvmana xweparastina li dijî her êrîşê ye."
- Dewleta Tirk sala 1930'î li navçeya Erdîş a Wanê komkujiya Zîlanê kir. Heman dewletê dest danî ser xaka bi dehan gundan û nahêle gorên komî eşkere bibin.
- Berdevkê Komîsyona Çand û Hunerê ya HDP'ê Mehmet Ûçar der barê Heskîfê de lîstikek nivîsî û diyar kir, dîroka ji 12 hezar salî dikin qurbanê bendaveke 50 salî.
- Germahiya zêde careke din li Ewropayê vedigere.