ROJEVA 22'Ê TÎRMEHA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 22'ê Tîrmeha 2018'an.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê têne kirin, wê bên şopandin.

- Pêngava Şoreşgerî ya gerîlayên HPG'ê ku li Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk tê kirin, wê bê şopandin.

- Erzîncan: Li dijî revandin û kuştina zarokan divê reflekseke xurt a civakî hebe. Ev yek bûyerên rasthatî nînin, ji aliyê dewletê ve hatine organîzekirin.

- Şefê Ewropayê yê rêxistina nîjadperestên Tirk Cemal Çetîn ku ji aliyê îstîxbarata Elman ve 'tehlûke' tê dîtin û tê şopandin, bi Serokwezîr Merkel re wêne kişand.

- Azad Tendurek ku di dema leşkeriya ji neçarî ya dewleta Tirk de li ber zext û zora dewletê rabû û tevlî nava refên gerîla bû, bang li ciwanên Kurd kir ku ji bo gelê xwe şer bikin.

- Dibistanên Pîşeya Bilind a Tenduristiyê bi deh hezaran kes mezûn kir. Doktor Rûkiye Ekenler got, "Yên li beşên alîkariya hemşîre ya jî xizmetên emeliyetxaneyê dixwînin, piştî ku xwendina xwe qedandin nizanin bê wê çi karî bikin." Yûsûf Akbag ê ji heman beşê mezûn bûye got, "Ji ber ku dibistan taybet e, xwendekar neçin dibistanê jî dikarin mezûn bibin. Dema mijar tenduristî be, bi hezaran bêkar û personelên tenduristiyê yên bê wesif hene."