ROJEVA 22'Ê SIBATA 2021'Ê

Sernavên rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.

Di daxuyaniya delegasyona Aştiyê ya Navneteweyî de hate gotin, "Tecrîd li tevahiya welêt belav bûye û belavbûna vê rewşê li qadeke welê berfireh nîşan dide ku dîktatorî mayinde dibe."

Çalakiya 'Nobeda Azadiyê' ku li bajarê Strasboûrg ê Fransayê pêk tê, bi koma ji Parîsê dewam dike. Ji çalakgeran Ahmet Gerçek destnîşan kir ku tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîdkirina gelê Kurd e.

Li Parîsê, wê bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo 5 rojan çalakî bê lidarxistin.

AvEG-Konê nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên Îsmaîl Hakki Pekîn ên li ser Komkujiya Parîsê da û got, "Yên ku doh Sakîne, Fîdan û Leyla qetil kirin, îro jî dixwazin bi pey siyasetmedarên nû bikevin û bi vî rengî hewl didin çavê hêzên têkoşer bitirsînin."

Di tûra duyemîn a hilbijartinên serokdewletiyê de yên li Ekvatorê, wê di navbera ekonomîst Andres Araûz ê 36 salî namzetê rastgir Gûîllermo Lasso de di 11'ê Nîsanê de pêk werin.