ROJEVA 22'Ê NÎSANÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 22'ê Nîsana 2019'an.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir, piştî hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê pêvajoyeke nû dest pê kiriye û got, Erdogan hewl dide têkçûna xwe ya mezin a hilbijartinê veşêre.

- Pelda Arşîmet, yek ji mudawîmên greva birçîbûnê ya li Strasbourgê ye ku 127 roj in didome. Hevserê wê Ekrem Yapici yek ji 14 çalakgeran e. Arşîmet ji bo greva birçîbûnê got, "Ez di nava 5 mehên herî bi dawî yên jiyana xwe de me."

- Ji çalakgerên greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a li Strasbourgê Agît Ûral qala hesreta xwe ya ji bo Kurdistanê kir.

- Aktîvîstên Elman ji bo balê bikişînin ser rewşa 7 hezar girtiyên di greva birçîbûnê de ne, li gelemperiya Elmanyayê dest bi kampanya daliqandina afîşên mezin dikin.

- Greva birçîbûnê ya li Wanê didome. Çalakgerên ku bi dorê tevlî grevê dibin, bang kirin.

- Rojnamevaniya Kurd îro dibe 122 salî. Rojnamevanên ji çar parçeyên Kurdistanê bi wesîleya "Roja Rojnamevaniya Kurd" ji ANF'ê re axivîn.