ROJEVA 22'Ê HEZÎRANA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 22'ê Hezîrana 2018'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyona li Bakurê Sûriyeyê ya li dijî DAÎŞ'ê tê kirin, wê bê şopandin.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê wê werin şopandin.

- Pêngava şoreşgerî ya gerîlayên HPG'ê ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê dest pê kiriye wê were şopandin.

- Nûçeyên li ser hilbijartinên 24'ê Mijdarê wê werin şopandin.

- Namzeta HDP'ê ya parlamenteriya Wanê Mûazzez Orhan got, "Hêviya li çavên jin, zarok û ciwanan, gotina 'em ê bi ser bikevin, qet xeman nexwin' her tiştî radixe pêş çavan."

- Êlihê ku di hilbijartina 1'ê Mijdarê de wekîlek bi destê AKP'ê ve berda, xwe amade dike ku di 24'ê Hezîranê de vê wekaletê jî jê bistîne û ji HDP'ê 5 wekîlan bişîne meclîsê.

- Bariş Atay destnîşan kir, HDP yekane keleh e ku li dijî faşîzma AKP'ê disekine û diyar kir, HDP wê bi tifaqa xwe ya bi gelan re di vê hilbijartinê de derbeke mezin li AKP'ê bixe.