ROJEVA 22'Ê ÎLONÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 22'ê Îlona 2018'an.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

- Endama Koordînasyona KJK'ê Dîcle Xabûr got, hêza ku Ocalan ji nava tecrîda giran derxîne çalakiyên mezin ên gel in.

- Parlamentera HDP'ê Kemalbay nerazîbûn nîşanî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da û diyar kir, bi rêya tecrîdê dixwazin nehêlin ku dengê Ocalan bigihêje gel.

- Li Wanê êşkence êdî li naverastê tê kirin. Polîsên Tirk dema ku diavêjin ser malan, bi awayekî vekirî li nava wesayita polîsan an jî li naverastê êşkenceyê li mirovên ku destgîr dikin dikin.

- Jinên ku tejik û tûrikan çêdikin û dixemilînin, hewl didin bi vî karî debara mala xwe bikin. Lê dibêjin van salên dawî karê wan kêm bûye û mirov nema van berhemên wan dikirin.

- Xizmên windakiriyan mîna her Şemiyê wê îro jî li aqûbeta xizmên xwe bipirsin.