ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 21'ê Tîrmeha 2019'an.

- Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk diyar kir, di serdema post modern de ku pirsgirêkên civakî zêde bûne, Şoreşa Rojava ji bo mirovan bûye hêvî û got, "Di rêya Rêber Apo de gel dibin xwedî destketiyan."

- Di salvegera 4'an a Komkujiya Pirsûsê de çalakiyên bîranînê yên ji bo 33 şoreşgeran wê bên şopandin.

- Hevseroka HDP'ê ya Amedê Hulya Alokmen Ûyanik ji bo mîtînga 22'ê Tîrmehê ya bi navê "Çareseriya Demokratîk a li dijî Şer" wê li qada Stasyonê pêk were got, "Mîtînga me ji bo xurtkirina aştiyê ye."

- Hate hînbûn ku servîsên emniyet û îstîxbaratê yên dewleta Tirk bi rêya cîhazeke, ku qerta wê ya qeydkirinê û GPS  hene xebatkarên Tevgera Siyasî ya Kurd şopandine.

- Gerîlayên HPG û YJA Starê diyar kirin, tevî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk jî gel xaka xwe neterikandiye û gotin, gerîla wê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomîne.

- Dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê û êrîşên li dijî Kampa Mexmûrê li bajarên Ewropayê hatin şermezarkirin.

- Saza ku bi sedan sal e bûye awaza hêvî, eşq, şer û hesretê, hîn jî yek ji wan amûrên muzîkê ye ku gelekî tê bikaranîn. Ramazan Ûsta ku 20 sal in amûra sazê çêdike qala pîşeyê xwe kir.