ROJEVA 21'Ê SIBATA 2021'Ê

Nûçeyên sereke yên rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.

Medya Tirk şerê li Zapê bi manşeta 'Di zivistanê de roj hilat" radigihan, 'pispor'ên derdiketin televîzyonê jî digotin, "Vê carê beriya ku PKK'ê neqedînin wê venegerin". Lê belê dewleta Tirk wê yek ji derba herî giran li Zapê bixwara.

Ji fermandarên YJA Starê Hêjar Zozan got, "Çalakiyên YJA Starê ne tenê li Heftanînê bûn. Li Xerzanê, Botanê, Zagrosê û gelek cihên din hevalê jin bi xurtî tevlî çalakiyan bûn. Ji aliyê profesyonelbûna hevalên jin ve îsal pêngavên gelekî cuda yên taktîkî hebûn."

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê li bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê ji bo şeş rojan çalakiya rûniştinê bê lidarxistin. Hunermendên TEV-ÇAND'ê jî wê aktîvîteyên çandî li dar bixin.

Gerîla Çiya Amed ku tevlî Cenga Heftanînê bû, diyar kir ku di Cenga Heftanînê de gerîlayên jin şerekî mezin kirin û ev yek bi pêşengtiya fermandar Ezîme pêk hat. 

Parlamentera HDP'ê ya Amedê bal kişand ser amîsîlasyona li ser Kurdî û got, "Xwedîderketina li zimanê xwe, pûçkirina polîtîkayên asîmîlasyonê ye."

Mamosteya MED-DER’ê Seyhan Şaşmaz anî ziman ku ji avabûna komarê ve heta roja îro polîtîkaya înkar û pişaftinê ya li ser zimanê Kurdî qet kêm nebûye û got: "Li dijî van polîtîkayan divê Kurd li her derê bi zimanê xwe biaxivin û zarokên xwe hînî Kurdî bikin."

Endama Meclîsa HDP'ê Hasret Alp anî ziman ku desthilatdariya nêr a AKP-MHP'ê çavkaniya xwe ji tundî û kaosê werdigire û got: "Li hundir û derveyî welêt polîtîkayên şer dimeşîne, di serî de jin, civak hemû bi tecrîde û bêedelatiyê re rûbirû hiştiye." 

DYE'yê kesekî 95 salî ku li kampên Naziyan gardiyanî kiribû, radestî Elmanyayê kir.