ROJEVA 21'Ê NÎSANÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 21'ê Nîsana 2019'an.

- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Aktîvîstê Norwêcî Tord Viktor Joensen ku li Stockholmê 5 roj in di greva birçîbûnê de ye, bêdengiya dinyayê ya li pêşberî grevên birçîbûnê rexne kir.

- Fatma Çig dayika Huseyîn Çig ê di greva birçîbûnê de ye got, "Kurê min niha di greva birçîbûnê de li ber xwe dide, ez jî li derve têkoşîna xwe didomînim. Kurê min ji bo daxwazeke bi rûmet vê çalakiyê dike."

- Selamî Keleş ku nexweşê epîlepsî ye û li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê tê hiştin, ji 1'ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye. Dayika wî Guzel Keleş diyar kir ku êşkence li kurê wî hatiye kirin û got, "Divê em li şûna xwe rûnenên."

- Çetîn Sagir ku cezayê muebbetê lê hatiye birîn û niha li Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê ye, di greva birçîbûnê de bûye 48 kîlo. Xwişka wî Hanim Sagir got, "Rewşa wan zehmet e, lê bi biryar in. Divê em hîn bêhtir xwedî li çalakiya wan derkevin."

- Yek ji berxwedêrên greva birçîbûnê yên dîlgirtî Bayram Demîrhan e. Dayika Demîrhan got, "Tevî ku kurê min dibêje 'rewşa me baş e' jî ji kîloyên ku li xwe kêm kirine û ji dengê wan mirov fêhm dike ku rewş cidî ye. Herî zêde li ber bêdengiyê dikevin."