ROJEVA 21'Ê ÇILEYÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 21'ê Çileya 2019'an.

-  Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

- Di berxwedana "Çiyayê Kurmênc" de ku bi navê "Berxwedana Serdemê" cihê xwe di dîrokê de girt, gelek şervan û fermandaran bi çalakiyên canbexşane mohra xwe li dîrokê xistin û azadiya Efrînê ji şopdarên xwe re kirin wasiyet.

- Yek ji girtiyên di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye Serhat Erbey e. Xwişka Erbey Hêvîdar Erbey got, "Em ê gavekê jî paşve neavêjin."

- Besê Erzîncan anî ziman ku wê sala 1993'an Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtiye û got, Ocalan xwedî kedeke mezin e ji bo jin karibe li ser lingan bimîne û bibe artêş.

- Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM) Tahîr Koçer, ji ber axaftina xwe ya li meşeke par a ji bo Efrînê, wê îro careke din derkeve pêşberî dadger.