ROJEVA 20'Ê SIBATA 2021'Ê

Nûçeyên sereke yên rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acara Başaran got ji bo ku dengê jinan bilind bikin ew têdikoşin û diyar kir li hemû cîhanê dema wê ye ku jin li kuçeyan bin.

Saziya jinan a bi navê Existera ku li dijî sineta jinan têdikoşe ragihand li Swêdê van 5 salên dawî jin an jî zarkeçên ku hatine sinetkirin du caran li xwe zêde kiriye.

Yek ji pisporê îstixbaratê yê Elmanya Erîch Schmîdt-Eenborm ê gotinên Pekîn ê ragihand ku li Parîsê 3 jinên şoreşger ên Kurd ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin nirxand got: “Piştî vê mikurhatinê Fransa bixwaze dikare terora dewleta Tirk ceza bike.”

Karmûran Abdulazîz Haci yê ku ji malbata wî hem di nava Pêşmerge û hem jî gerîla de şehîd bûne got: “Helîkopterên Tirk çû Garê bombe kir.Bi hêrs û aciz im. Vê qebûl nakim.”

Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê wê li gelemperiya cîhanê meş û mîtîng bên kirin.

Mîna ku destê min li ser tetikê, bê ku kêliyekê derbas bikim li ber rûkeniya Arjînê ketibûm kemînê. Rûyê wê yê ken êdî di kadrajê de bû.. tim wisa rûyê Arjînê tê bîra min.

Garzan: Li gorî min ger mirov bipirse wateya azadiyê çiye? Ez dikarim bêjim azadî pêkanîna xeyalaye. Heger mirovek bikaribe van xeyalan pêk bîne ew azadî bi xwe ye. Ji bo me jî xeyala herî mezin azadiya Rêber Apo ye û rizgarkirina Kurdistanê ye.

Di pirtûka Zerdeş û Avesta de dema nivîskarê Kurd Ferhat Ebdulhemîd Palewî berî du ku salan jiyana xwe ji dest dabû nivîsandibû, qala bandora dewlemendiya ola Zerdeş û bandora wê ya li ser olên din dike.

Serokê DYE'yê Joe Bîden ragihand ew dîsa vegeriyane ser Peymana Avûhewayê ya NY'yê ku serokê berê Donald TRrûmp xwe ji peymanê kişandibû.