ROJEVA 20'Ê NÎSANÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 20'ê Nîsana 2019'an.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

-Endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan, ''Jinên ku di nav HDP'ê de pêşengiyê dikin, di qadên ziman, çand, perwerde, meyzandina zarokan û debarê de, dikarin çalaktir bin.''

-Şehîd birîneke li ser dilê me yên nehatine cebirîn e, wê tim bên vegotin û jiyîn.Lehengî û destanên wan wê dîroka azadiya gelekê binivîsin. Dîroka azadiya wan pir bi nirx e.

-Hevserokê Bûroya Karê Derve ya Rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyê Dr. Evdilkerîm Omer got, DAÎŞ'iyên ku hatine girtin 'pirsgirêkeke navnetewî'' ne, ji bo ku werin darizandin du vebijêrk hene û diyar kir, ''An her welat wê welatiyên xwe bibin an jî wê ev kes divê li vir werin darizandin.''

-Kejwer Aydin, dayika girtiyê greva birçîbûnê Mizar Aydin got, ‘’Çalakiya wan ji bo Rêbertî ye, ji bo gel e. Ez dayika girtiyak li kûderê peywir hebe amade me. Bila rayedar pêşengiyê bikin. Em bibin yek wê dengê me bilinditir bibe.’’

-Latîfe Aydin, ku kurê wê Abdulah Aydin  ev 28 sal in û 2 neviyên wê li girtîgehê di greva birçîbûnê de ne , got kurê wê  Abdullah gotiye, ‘’7000 kes di greva birçîbûnê de ne. Çawa dibe ku mirov hê jî nabînin?’’

-Suleyman Acûn di girtîgehê de di greva birçîbûnê de ye got,’’Dema ku çalakiya me bi der ve bû yek em ê bi ser bikevin’’. Dayika Mahbûbe Acûn, ‘’Her pariya ku em dixwin di gewriya me de dimîne. Divê tecrîd rabe, dawî li grevên birçîbûnê were.’’

-Girtî Mehmet Saît Dîkmen ku li Elanyayê li gel 20 hevalên xwe  di greva birçîbûnê de ye got, ‘’Ji bo ku em dirûşm an qêriyan, 2 meh cezayê disîplînê dane me. Daxwaza me heq e. Divê tecrîd rabe.’’

-Girtiyên siyasî yên Baskî peyama destekê dane berxwedên ku ji bo tecrîd bişike ketine greva birçîbûnê.

-Xizmên windayan ve Şemiyê jî ji bo ku li aqûbeta xizmên xwe bipirsin wê çalakiyan bikin.