ROJEVA 20'Ê MIJDARÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 20'ê Mijdara 2018'an.

- Jinên Kurd ên kedkarên çapemeniyê yên li derveyî welat, li Belçîkayê konferansek li dar xistin û avakirina ROJIN (Yekîtiya Rojnamevanên Jin ên Kurdistanê) ragihandin.

- Efserê berê yê li nava NATO'yê wezîfedar Cafer Topkaya diyar kir ku hucreyên razayî yên rejîma Erdogan li Elmanyayê hene û got, "Çavkaniyekî pê bawer ji min re got ku SADAT amadekariyan dike ji bo li Elmanyayê operaysonan bike."

- Gundiyên Hizûwê yê Êlihê, komira ku AKP beriya her hilbijartinê weke bertîlê belav dike avêtin derve û gotin, "Dengê me ne yê firotinê ye."

- Îro Roja Mafên Zarokan ên Cîhanê ye. Li Tirkiyeyê rewş tirsnak e.

- Endamên Piştevaniya Mor a Edeneyê gotin, divê jin ji bo maf û jiyana xwe di 25'ê Mijdarê de bibin yek û dakevin qadan.

- Li gorî anketeke ku li welatên rojava hate amadekirin, asta şîdeta li jinê tirsnak e.

- Alberto Garcîa ku bavê wî di Desteya Akademiya Sînemayê ya Kubayê de cih digire, ew jî di nav Komuna Fîlman a Rojava de ye, diyar kir ku armanca wan sînemaya gelparêz e.

- Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand, ji ber ku foneke têrker nehatiye peydakirin, têkoşîna li dijî tayê sekiniye, lewma bi sed hezaran kes mirine.