ROJEVA 20'Ê KANÛNÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 20'ê Kanûna 2018'an.

- Dewletê piştî 13 salan doza Komkujiya Mereşê girt û bi hêza ji vê yekê wergirtî, piştî du salan li Sêwasê komkujiyeke din kir. Koalîsyona kiryarên komkujiyê piştî 40 salan niha desthilatdar e.

- Tevî ku dadgehên herêmî yên li Elmanyayê biryar dan ku ala YPG'ê 'sûc' nîne, dozger lêpirsînên nû vedikin. Herî dawî bang li rojnamevanê Elman Peter Schaber hate kirin ku ji ber piştgiriya ji bo YPG'ê îfadeyê bide.

- Kurdistaniyê bi navê Kazim Ozşerîk ê li Swîsreyê ye, ji ber salvegera 40'î ya Komkujiya Mereşê ji Bernê heta Strasboûrgê bi tena serê xwe meşiya.

- Partiya FPO ku hevparê koalîsyona Awûstûryayê ye, bi hinceta ku Enqereyê di mijara hemwelatiyê de hevkarî nekiriye, xwest ku mafê welatîbûna Tirkiyeyiyan bê sekinandin.

- Serokê berê yê Katalonyayê Carles Pûîgdemont ji çar lîderên serxwebûnxwaz ên li girtîgehê xwest ku dawî li greva xwe ya birçîbûnê bînin ku berî sê hefteyan dest pê kiribû.

- Tê gotin, biryara Yekîtiya Ewropayê ya ku berhemên plastîk ên ji bo carekê tên bikaranîn qedexe dike, wê ji sala 2021'ê û pê ve bikeve meriyetê.