ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Bûyerên dawî yên piştî hevdîtina bi Rêber Apo re hate kirin wê bêne şopandin.
26 sal in li Îmraliyê rejîma bêhiqûqî li dijî Rêber Apo dewam dike. Dewleta Tirk ku ji ber binpêkirina mafê hêviyê gelek caran ji aliyê DMME'yê ve hate mehkûmkirin, neçar e ku heta Îlona 2025'an di qanûnên xwe de sererastkirinê bike.
Parlamenterê hiqûqnas ê DEM Partiyê Omer Farûk Hulaku û Serokê Şaxê Amedê yê ÎHD'ê Ercan Yilmaz destnîşan kirin ku divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were û ji bbo çareseriya pirsgirêka Kurd divê gavên pêwîst bêne avêtin.
Êrîşên delweta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
Berdevka Civata Jinan a Zenobiya Xuleyîsa El Elî destnîşan kir ku jin bi biryar in destketiyên xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin.
Tala pitikek 7 mehî ye ku nikare dayik û bavê xwe bîne bîra xwe. Dayik û bavê wê ji bo nobedê çûn Bendava Tişrînê lê belê di 15'ê Çileyê de hatin qetilkirin.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.