ROJEVA 2’YÊ ADARA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava û geşedanên têkildarî vê yekê wê bên şopandin.

- Siyasetmedara Îtalî û akademîsyen Eleonora de Majo diyar kir ku Abdullah Ocalan ji bo mirovahiyê nirxekî mezin e û got: “Ji bo nifşên siberojê divê paradîgmayên Ocalan li dibistanan weke ders bên xwendin.”

- Endam û rêvebirên saziyên gel ên Şengalê diyar kirin ku Sadûn Mîrza Elî ji fermanê heya roja şehadetê ji YBŞ’ê heta xebatên meclîsên gel xwedî kedeke mezin e û ev peyam dan: “Şehîd Sadûn ji malbata me hemûyan bû. Em ê tola şehîd Sadûn hilînin, em vê ji dijmin re nahêlin.”

- Namzeta Hevserokatiya Bajarê Mezin a Stenbolê ya DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku nêzîkatiya wan a stratejîk a di sala 2019 û 2023’yan de pêk anîn, encamên ku wan dixwest neafirand û têkoşîna civakî pêş nexist û got ku ew ji bo serketinê dikevin van hilbijartinan.

-Di 20’ê Adara 2014’an de bi armanca parastina mafê jinan yekemîn rêxistinbûn li bajarê Qamişlo bi navê Mala Jinê hate vekirin û di 16'ê Mijdara 2018'an de bi Meclîsa Edaleta Civakî ya Jinan re gihîşt lûtkeyê.

- Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Erziromê ya DEM Partiyê Gulderen Varli anî ziman ku DEM Partî rêzê ji hemû gel û baweriyên li vir dijîn re digire û got: “Wê li Erziromê dewran bizivire û DEM were.”

- Mîtîng û civînên DEM Partiyê yên têkildarî Hilbijartinên Xwecihî yên 31’ê Adarê wê bên şopandin.

- Li Kurdistan û Tirkiyeyê li gelek navendan wê çalakiyên xizmên windayan bên şopandin.

- Çalakiyên Nobetên Edaletê ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mîsogerkirina azadiya wî bi mehane li gelek bajaran tên domandin, wê bên şopandin.