ROJEVA 2'Ê TÎRMEHÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 2'ê Tîrmeha 2019'an.

- Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di beşa duyemîn a hevpeyvîna xwe de bi giranî pirsgirêkên sîstemê yên Tirkiyeyê, destûra bingehîn, sekna Rêberê Gelê Kurd Ocalan û rewşa HDP'ê nirxand.

- Wênevan Xezal Luftî anî ziman ku malbata wê ji ber zextên dewleta Îranê hat Başûrê Kurdistanê û got, "Em Kurd in, Kurdistanî ne, ji parçeyekî Kurdistanê derbasî parçeyekî din bûne, lê belê mîna ku em koçber in nêzî me dibin."

- Nobedarên vê hefteyê yên nobeda 'Azadî ji Ocalan re' endamên Meclîsa Gel ên bajarê Mannheim ê Elmanyayê û derdora wê ne.

- Hejmara Tîrmehê ya rojnameya jinê Newaya Jin bi manşeta 'Xweparastin maf e' derket.

- Qesra Spî gef li Îranê xwar ku wê ti carî nehêlin Îran çeka nukleerî biafirîne. Donald Trump jî got, 'Îran bi agir dilîze'.

- Li Eyaleta Bremenê sosyal demokrat, Partiya Çep û Partiya Keskan peymana hikumeta koalîsyonê îmze kirin.