ROJEVA 2'Ê NÎSANÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 2'ê Nîsana 2019'an.

-Çalakiyên ji bo rewaşa tendiristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê werin şopandin.

- Rewşa dawî ya encamên hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê wê werin şopandin.

- Parêzera mafên mirovan, damezrînera Însiyatîfa Peace in Kurdistan, Dîrektora Widows for Peace Through Democracy Margaret Owen a 86 salî, ji bo piştgiriyê bide aktîvîstên Kurd ên li dijî tecrîdkirina Ocalan ketine greva birçîbûnê, dest bi greva birçîbûnê dike.

- Girtiyên li Girtîgeha Bandirmayê ragihandin ku ji bo bidawîbûna tecrîdê ew amade ne her berdêlê bidin û gotin, "Em bang li gelê xwe dikin ku xwedî li berxwedanê derkeve û dengê xwe tevlî dengê me bike."

- Nasir Yagiz ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ye, 133 roj in li ber xwe dide.

- Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç ku 107 roj in li bajarê Strasbourgê yê Fransayê di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku bi têkoşîna topyekûn a li dijî faşîzma AKP-MHP'ê encam dikare bê wergirtin.