ROJEVA 2'Ê KANÛNÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 2'ê Kanûna 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 2'ê Kanûna 2018'an.
- Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HPG'ê Zubeyde Zumrut diyar kir, partiya wan ji hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê re amade ne û got, wê xisara ku qeyûman dane şaredariyan ji holê rakin û şaredariyan radestî gel bikin.
- Tecrîdkirina Ocalan û qedexekirina PKK'ê li paytexta Awûstûrya Viyanayê û li bajarê Fransa Marsîlyayê hate şermezarkirin.
- Salvegera damezrandina PKK'ê li paytexta Swêd Stockholmê, li bajarê Torîno yê Îtalyayê û li bajarê Sydney ê Awûstralyayê bi kêf û xweşî hate pîrozkirin.
- 15'emîn Konferansa Kurd wê 5 û 6'ê Kanûnê li Parlamenta Ewropayê pêk were.
- Çalakiya Êlek Zerikan ku roja Şemiyê li gelemperiya Fransayê pêk hat, li paytext Parîsê bû qada şer. Bi sedan kes hatin destgîrkirin, bi dehan mirov birîndar bûn, gelek wesayit, banka û avahî hatin şewitandin.
- Berpirsyarekî payebilind ê Neteweyên Yekbûyî (NY) got, Yemen a di nava şer de ye, li ber felaketeke mezin e.
- Li Spanyayê, du ji neh rêveberên Katalan ên ji ber ragihandina serxwebûnê hatin girtin, dest bi greva birçîbûnê kirin.