ROJEVA 2'Ê COTMEHA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- KJAR'ê destnîşan kir ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jinan şoreşa azadiyê ragihandine û di oxira vê yekê de canê xwe didin. KJAR'ê destnîşan kir ku li ser vê bingehê jî ew dest bi kampanya 'Dema parastina şoreşa jinê ye' dikin.

- Amediyan diyar kirin ku ji ber krîza aboriyê ew nikarin debara xwe bidin û gotin, mirovên xizan fêkî û zebzeyên ji ber bazarê dimînin, didin hev.

- Di vê demê de ku krîza aboriyê giran bûye, cotkarên karê sewalkariyê dikin, di nava şert û mercên zehmet de li Wanê xwe ji bo zivistanê amade dikin. Cotkar ji ber zêdebûna buhayê êm û ka zor û zehmetiyan dikişînin.

- Li Meksîkayê piraniya ekên ku çeteyên narkotîkê bi kar tînin, ji DYE'yê ne. Doza ku hilberînerên çekan ên Meksîkayê vekir jî ji aliyê addgeha DYE'yê ve hate redkirin.