ROJEVA 19'Ê SIBATA 2021'Ê

Nûçeyên sereke yên rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir ku desthilatdariya Tirk bi propagandayeke mezin zivistanê operasyonên bi navê 'Eren' ragihandin, lê ji vê operasyonan ti encam bi dest nexistine.

Rojnameya Le Monde Diplomatique mehane bi gelek zimanan tê weşandin. Li rojnameya bi zimanê Îtalî banga 'Dema wê ye; Azadî ji Ocalan re, aştî ji Kurdistanê re' hate weşandin.

"Li çiyê, jin bi rastiyên xwe re rû bi rû tê, hêza xwe dibînin ku çawa li hemberî dijmin li ber xwe dide. Ji ber hêza jinê, ancax ew bi xwe vê bibîne û hîs bike."

Parlamenterê Partiya Çep a Elman Andrej Hûnko diyar kir, êrişa dewleta Tirk a li ser herêma Garê bi rêdana Elmanyayê pêk hat.

KON-MED'ê di salvegera 1'emîn a komkujiya Hanaû de ji bo çalakiyên bîranînê yên îro bên lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.

Parlamentera HDP'ê Fatma Kûrtûlan got, "Dewletê mîna li Oremarê, dikarîbû leşker û polîsên xwe bi saxî bianiya, lê belê li gel bangên hatin kirin jî xwe kerr û kor kir.

Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK'ê, gerîla Hayatî Er (Zinar) bi bîr anî ku Hezîrana 1989'an şehîd bû.

Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ragihand, ku gelek welatên endam di mijara têkoşîna dijî sûcên înkar û nijadperestiyê de têrker nebûne û xwest, qanûnên li dijî gotinên dijminatiyê û nijadperestiyê bi temamî bên bicihanîn.

Weqfa Parastina Xwezayî ya Cîhanê ku bi êşkenceya li gelên xwecihî ya bi navê parastina xwezayê tê sûcdarkirin, gumanên li ser karên wê zêde dibin.

Ji nivîskar û geştyarên naskirî yên sedsala 19'an, nexşeyên Jules Verne êdî li ser înternetê jî dikarin bên peydakirin.