ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2017

Rojeva Navenda Nûçeyan a 19'ê Kanûna 2017'an.

- Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li Strasboûrgê dewam dike, wê were şopandin.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin, wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên meşandin wê bên şopandin.

- Nerazîbûna li hewldana dagirkeriyê ya artêşa Tirk a li dijî Başûrê Kurdistanê wê were şopandin.

- Bûyerên li Başûrê Kurdistanê wê werin şopandin.

- Di ser komkujiya girtîgehê ya 19'ê Kanûnê re 17 sal derbas bûn ku 28 girtî hatin kuştin û bi dehan girtî birîndar bûn. Gotina 'Em bi saxî şewitandin' a girtiyên jin, hê di hişê mirovan de ye. Komkujiya 19'ê Kanûnê mîna yên din, bêceza ma.

- Ji girtiyên berxwedêr ên wê demê Saît Oral Ûyan got, armanca dewletê ji komkujiya 19'ê Kanûnê ew bû ku girtiyên siyasî bike miriyên zindî û bi demê re bide jibîrkirin.

- Hevseroka Federasyonê Yûsif: Eger dewleta Tirk êrîşî Efrînê bike, mîna têkçûna Împaratoriya Osmanî ya di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de, wê dewleta Tirk jî têk biçe.

- Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn diyar kir ku şert û mercên herêmî û navneteweyî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd musaît e û destnîşan kir ku ya divê Kurd niha bike xweîfadekirin e. Altûn ji bo vê jî bal kişand ser kongreya neteweyî ya Kurd û got, ev pêwîstiyeke stratejîk e.

- Avahiyên dîrokî yên Bedlîsê li ber tinebûnê ne. Li gorî mîmarên li bajêr, ji bo veguherîna bajarî dixwazin Bedlîsê vala bikin.