ROJEVA 19'Ê KANÛNÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 19'ê Kanûna 2018'an.

- Beriya niha bi 18 salan li girtîgehên Tirkiyeyê komkujî hate kirin. Ji şahidên komkujiyan Nacî Tanrikûlû got, "Wê wextê jî li dijî tecrîdê berxwedan hebû, îro jî."

- Çalakiya nobedê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li Strasboûrgê tê lidarxistin di hefteya 339'an de ye.

- Wêneyên sûcên şer ên ku dewleta Tirk li navçeya Sûrê ya Amedê di dema berxwedana xwerêveberiyê de kir, li bajarê Den Haag ê Hollandayê hatin nîşandan.

- Nûnerê Odeya Endezyariyê Şaxê Mêrdînê Şukru Kaya kana keviran a li qiraxa çemê Ava Spî yê navbera navçeyên Nisêbîn û Mîdyadê gefê li herêmê dixwe û zerarê dide hemû zindiyan.