ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Ji Civaknasên Zanîngeha Xweser a Barcelonayê Prof. Louis Lemkow anî ziman ku hewldanên dewleta Tirk ên ji bo normalkirina tecrîda Îmraliyê wê ti carî neyên qebûlkirin û got, "Ocalan fîgurekî gelekî mezin e û di çareseriya pirsgirêka Kurd de diyarker e. Divê azad bibe."

Çalakiyên şermezarkirinê yên têkildarî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê wê bêne şopandin.

Gerîlaya YJA Starê Bêrîtan Amed anî ziman ku ÎHA û SÎHA'yên dewleta Tirk ji aliyê gerîla ve yek bi yek têne xistin û destnîşan kir ku li Kurdistanê her tim wê xeta berxwedanê bi ser bikeve.

Endamê Komîteya Hevserokatiyê ya PYD'ê Aldar Xelîl diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze şer û krîza li herêmê kûr bike û got, "Eger em li dijî êrişan bi ruhê Kobanê têbikoşin em ê hingî destketiyên xwe karibin biparêzin."

Şehîd Reşît Zîron ruhê mezinkirina hêviyê û rabûna li ber zor û zehmetiyan bû. Navê wî lehengiya destanekê bû ku wê bi wêrekî û fedakariya xwe her tim bê bîranîn.