ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2017
Rojeva Navenda Nûçeyan a 18'ê Kanûna 2017'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 18'ê Kanûna 2017'an.
- Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li Strasboûrgê dewam dike, wê were şopandin.
- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin, wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên meşandin wê bên şopandin.
- Nerazîbûna li hewldana dagirkeriyê ya artêşa Tirk a li dijî Başûrê Kurdistanê wê were şopandin.
- Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn ji rojnameya heftane Awane re axivî.
- Di cînayeta penaberê Kurd Mehmet Tûrgût de, ku rêxistina Nazî NSU sala 2004'an ew kuşt, hê tê meraqkirin bê çima polîsan lêpirsîn xistine ser rêyeke şaş. Pisporê NSU Dr. Gîdeon Botsch xwest cînayet ji nû ve bê lêkolîn. Botsch ji ANF'ê re axivî û got, "Eger polîsan ev bûyer cidî bidîta, wê 5 koçberên piştre hatin kuştin niha bijiyan."
- Endamê Komîteya Bawerî û Gelan a KCK'ê Eren, di salvegera 39. a Komkujiya Mereşê de axivî. Eren da xuyakirin ku AKP û CHP rolê li hev payê dikin û di mijara xeteriya komkujiya Elewiyan de hişyarî da.
- Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê, pêşangeyek bi navê "Şil ya jî Ziwa" hate vekirin û li vê pêşangeha li Muzeya Hunerên Nûjen de wêneyên li ser konfederalîzma demokratîk hatine xêzkirin, tên nîşandan. Pêşangeh wê heta 4'ê Sibata 2018'an vekirî be.