ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 18'ê Îlona 2019'an.

Çalakiyên li dijî qeyûm pêk tên wê werin şopandin.

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, "Li dijî êrîşên faşîzma AKP-MHP'ê yên li Rojava û Başûrê Kurdistanê û li hemberî rejîma qeyûm em bang li her kesî dikin ku li Maastrichê dengê xwe bilind bikin."

Nero Saraîva bi navê li xwe kirî Ebû Yakûp Endulusî yê DAÎŞ'î ku yek ji Ewropiyên destpêkê ye ku di sala 2012'an de tevlî çeteyan bû, nêzî 6 meh in di destê QSD'ê de ye.

Parêzer Diyar Çetedîr der barê desteserkirina şaredariyên HDP'î de axivî û diyar kir ku qeyûm bi rengekî nehiqûqî hatine tayinkirin û got, "Nêzîkatî bi temamî siyasî ye.

Talankirina Heskîfê di rojeva medya Norwêcê û Danîmarkayê de ye.

Li Fransayê di çarçoveya biryareke ku sala 2016'an de hate wergirtin, qada li derdora santralên nukleerê ku di rewşeke lezgîn de wê tedbîr lê bê wergirtin bi 20 kîlometreyan hate berfirehkirin.