ROJEVA 18'Ê ÇILEYÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 18'ê Çileya 2019'an.

- Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

- Greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê 32 roj li pey xwe hişt. Dr. Anny Zorn rewşa tenduristiyê ya çalakgeran kontrol kir û li ser armanca çalakiyê agahî wergirt.

- Hikumeta Elman a Federal xwest, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Musteşarê Wezîrê Karên Derve Roth diyar kir, divê Ocalan karibe parêzer û malbata xwe bi rêk û pêk bibîne.

- Endamê Dîwana Hevserokatiyê ya KCD'ê Mehmet Nûrî Ozdemîr li ser greva birçîbûnê ya Leyla Guven axivî û got, "Ji bo mirov vê meseleya civakî bibînin, ne lazim e ku mirov sempatîzan bin. Mirov însan bin, ew bes e."

- Zozan Çewlik ku sala 1997'an Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dît, li ser wê demê got, "Ji dîtina Rêberê xwe ku xewn û xeyalên me bû, em bi rê ket û bi ser ket."

- Gelek rêxistin û komeleyên li Osloyê bang kirin ji bo 20'ê Çileyê weke Roja Efrînê ya Dinyayê bê naskirin.

- Komek ji parlamenterên federal ên Partiya Çep bi heyetek ji Nûnertiya HDP'ê ya Elmanyayê re hevdîtin kir û diyar kirin, ji bo Leyla Guven divê tavilê hewl bê dayin.