ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 17'ê Tîrmeha 2020'an.

Parlamenterê HDP'ê Mûrat Çepnî têkildarî Komkujiya Pirsûsê axivî û got, "Komkujiya Pirsûsê xemsarî nebû. Divê mirov bêje ku komkujî bi rengekî berbiçav organîzasyoneke dewletê bû."

Siyasetmedar-rojnamevanê Kurd ê li Misrê Ehmed Şêxo destwerdana dewleta Tirk a li Lîbyayê, helwesta Misrê ya li dijî vê yekê, projeya dewleta Tirk a Îxwani Muslîm, hewldana dorpêçkirina Ereban û tifaqa Kurd-Ereban ji ANF'ê re nirxand.

Tê payin ku Yekîtiya Ewropa li ser budçeya krîzê ya ji 750 milyar Euroyî di civîna îro de li hev bike. Budçe ji bo derketina ji krîza aboriyê hatiye destnîşankirin.

Hilbijartinên li Polonyayê ku serokkomarê rastgir bi ferqeke kêm bi ser ket, çû ber destê dadgeriyê.