ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2017

Rojeva Navenda Nûçeyan a 17'ê Kanûna 2017'an.

- Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li Strasboûrgê dewam dike, wê were şopandin.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin, wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên meşandin wê bên şopandin.

- Nerazîbûna li hewldana dagirkeriyê ya artêşa Tirk a li dijî Başûrê Kurdistanê wê were şopandin.

- Nûnerên serdema heyî yên mîsyonera Tirk Sidika Avar a piştî komkujiyê ji Dersimê re hate şandin û dest bi Tirkkirina zarokên Kurd kir, kar û hewldanên xwe zêde dikin.

- Bi sedan milyon mirov, ji ber sedemên siyasî ya jî aborî ji welatê xwe dûr ketine. Gelek ji wan di nava şert û mercên gelekî giran de hewl didin jiyana xwe bidomînin. IOM'ê ji bo şikandina pêşhukmên li dijî koçberan dest bi karekî berfireh kir ku wê 'daneyên rasteqîn' lê cih bigirin.