ROJEVA 16'Ê TÎRMEHÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 16'ê Tîrmeha 2019'an.

- Endamê Komîteya Şehîdan a PKK'ê Orhan Lotûs got, "Berxwedana 14'ê Tîrmehê faşîzma 12'ê Îlonê avêt ser sergoyê dîrokê. AKP-MHP jî di dema xwe ya dawî de ye."

- Rêxistinên civakî yên sivîl ên li Wanê xwestin ku bersiv ji banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bê dayin.

- Anarşîstê antî-faşîst Willem Van Spronsen ku li bajarê Tacoma yê eyaleta Washingtonê ya DYE'yê di dema çalakiya dijî navenda destgîrkirina koçberan de ji aliyê polîsan ve hate kuştin, di manîfestoya xwe de pesnê YPJ'ê dida.

- Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahû ji Yekîtiya Ewropayê xwest ku peymana nukleerî ya bi Îranê re rizgar neke. Yekîtiya Ewropayê jî ji bo parastina peymanê helwesteke hevpar nîşan da.

- Neteweyên Yekbûyî ragihand, her yek ji 10 zarokan ji derziyên li dijî nexweşiyên kujer bêpar in.

- Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (WHO) ragihand ku di nava xwarina pitikan de ya li gelemperiya dinyayê tê amadekirin û firotin, rêjeya şekir gelekî zêde ye ku dikare ji bo tenduristiyê metirsîdar be.

- Komîteya Amadekar a Festîvala Ciwanan a Enternasyonalîst der barê têkoşîna ekolojiyê de dîmenek weşand.