ROJEVA 16'Ê NÎSANA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Tora Piştevaniyê ya Navneteweyî nameyek ji Serokê CPT Alan Mîtchell re nivîsî û xwest, tavilê heyetekê bişînin Îmraliyê.

Ji parêzerên Baroyê Etîenne Lesage anî ziman ku tecrîda Îmraliyê binpêkirina hiqûqa navneteweyî û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye û got, "Hemû dewletên ku tecrîdê ferz dikin divê ji sûcê êşkenceyê bêne darizandin."

TEV-ÇAND'ê Hozan Sefkan (Celal Ercan) bi bîr anî ku di sala 1985'an de li Heftanînê şehîd bû.

Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê Cejna Çarşema Serê Nîsanê ya civaka Êzidî pîroz kir.