ROJEVA 16'Ê KANÛNÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 16'ê Kanûna 2018'an.

- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê werin şopandin.

- Operasyoa li Bakurê Sûriyeyê ya li dijî DAÎŞ'ê wê bê şopandin.

- Rewş û bûyerên dawî yên li ser êrîşên dewleta Tirk ên li Mexmûr û Şengalê wê werin şopandin.

- Encamnameya Kombûna Helwesta Neteweyê hate eşkerekirin.

- Dîrektora Tirkiyeyê ya HRW'ê Emma Sînclaîr diyar kir, CPT xwedî standartên diyarkirî ye û got, "Ti rewşeke qebûlkirinê ye ku zêdeyî 2 sal in Ocalan nikare kesî bibîne."

- Kurd û Erebên Şêxlerê ku li gel gefên dewleta Tirk karê xwe yê rojane didomînin, gotin "Erdogan dixwaze bi karê Osmanî rabe. Lê belê ev yek wê ji bo her kesî re li ber barîna rondikên çavan û xwînê veke."

- Di 6 rojên Hefteya Mafên Mirovan de dewleta Tirk komkujî, sirgûn, girtin, destgîrkirin, mafên mirovan û kiryarên xerab li ser civakên Kurdistan û Tirkiyeyê ferz kir.