ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Çalakiyên ji bo şermezarkirina desteserkirina Şaredariya Colemêrgê wê bêne şopandin.

Hiqûqnas Ercan Kanar anî ziman ku tayînkirina karmendekî navendî weke qeyûm li qada xwecihî, tenê di rejîmên mêtingeriyê de heye û got, "Ev yek rêbazeke rêveberiyê ya rejîma neteweya serdest e. Ev yek despotî ye li ser îradeya gelê Kurd."

Gundiyên navçeya Pasûrê ku gundê wan wê di bin bendavê de bimîne, diyar kirin ku dewleta Tirk polîtîkaya tinekirina Kurdan dimeşîne û gotin, "Em ê warê xwe, xwezaya xwe neterikînin."

Hevserokê TUHAD-FED'ê Kerem Canpolat got, "Di 21'ê Hezîranê de em bi rengekî girseyî li pêşiya girtîgehan bin" û destnîşan kir, yekane rêya rizgariya ji krîzê li Îmraliyê ye.