ROJEVA 15'Ê SIBATA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 15'ê Sibata 2020'an.

-Yek ji parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Rêzan Sarica diyar kir ku komploya 15’ê Sibatê negihiştiye armanca xwe û muwekîlê wan Ocalan tecrîd serobin kiriye.

-Endamê Koordînasyona KODAR’ê Ehven Çiyako diyar kir ku divê li Îranê hilbijartin were boykotkirin û berevajî vî tiştî wê pergal xwe rewa bike.

-Gerîlayên YJA Star û HPG’ê diyar kirin ku ji bo azadiya Ocalan û gelên Kurdistanê û ji bo jiyaneke demokratîk û azad wê sala 2020’an bikin sala serkeftinê.

-Koordînasyona YPS û YPS Jinê bi wesîleya salvegera 21’emîn a komploya 15’ê Sibatê diyar kirin ku divê li her kolan, gund û bajarî berxwedan were birêxistinkirin.

-Di çend mehên dawîn de li Rûsyayê alarmên bombeyan ên sexte tên dayîn û ders tên betalkirin. Hikumet jî li hemberî vî tiştî bêdeng dimîne.

- Rayedarên ewlehiyê yên Îsraîlê diyar kirin ku wê Hamas bi roket û nepoxên şewitîner êrîşên xwe bide sekinandin û wê Îsraîl jî qada girtina masiyan berfirehtir bike.