ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2017
Rojeva Navenda Nûçeyan a 15'ê Kanûna 2017'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 15'ê Kanûna 2017'an.
- Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya Konseya Ewropayê ya li Strasboûrgê dewam dike, wê were şopandin.
- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin, wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên meşandin wê bên şopandin.
- Hewldana dagirkeriyê ya artêşa Tirk a li başûrê Kurdistanê wê were şopandin.
- Derket holê, lîderê çeteya "Osmanen Germanîa" ku hêza paramîlîter a rejîma Erdogan a li Elmanyayê ye Mehmet Bagci, di Nîsana 2016'an de li dijî Kurdan gotiye "Em alîkariyê ji dewleta xwe dixwazin." Rêveberê koma çete Bagci yê girtî digot, "Dema ku polîs pasîf dimînin, em valahiyan dadigirin."
- Hewldana Mereşê wê di salvegera 40. a komkujiya Mereşê de li bajarê Strasboûrg ê Fransayê çalakiyeke girseyî li dar bixe û bang li Neteweyên Yekbûyî, Konsey û Yekîtiya Ewropayê bike ku bi erka xwe rabin.
- Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E ji bo meşa li Strasboûrgê ya bi dirûşma "Ji Mereşê heta Roboskî ji bî rneke, nehêlê bê jibîrkirin" banga tevlîbûnê kir.
- Li Bedlîsê, KOSGEB'ê serlêdana bexşê ya kesekî bi îdîaya "bi guman e" du caran red kir.
- Goristana dîrokî ya li navçeya Erdîş a Wanê ji ber xemsarî û xisara ku defîneger didinê, bûye xirbe.