ROJEVA 15'Ê KANÛNÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 15'ê Kanûnê...

-Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê werin şopandin.

-Li Bakurê Sûriyê operasyonên li dijî DAÎŞ'ê û geşedanên têkilî vê wê werin şopandin.

-Geşedanên têkilî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr û Şengalê wê werin şopandin.

-Parlamentera HDP'ê ya Amedê Salîha Aydenîz diyar kir mînaka tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li cîhanê tine û got, li Imraliyê qanûnên nû hatin sazkarkirin.

-Gelek organîzasyonên Kurd ku li çar parçeyên Kurdistanê û li dîasporayê dixebitin têkilî biryara DYA'yê ya li ser sê rêveberên PKK'ê piştî mehekê ji bo helwesta netewî li Brûkselê dicivin.

-Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Mûsa Farisoglullari li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Mexmûrê helwest nîşan da û got, êrîş bi hevkariya gemarî pêk hatiye.

-Greva birçîbûnê ya bi mebesta ku dawî li tecrîdê were kete roja 19'an. Hevberdevkê TUAY-DER'ê Abdulmenaf Kurd got, rêveberiyên girtîgehan ji bo grevan bişkînin zext û zordariyê dikin.

-Li gel ku rêya di navbeyna Colemêrg- Wanê de 200 kîlometro ye jî ji 20'an zêdetir cihê kontrolê hene. Li ichên kontrolê hêzên Tirk dijûnan li mirovan dikin û wan destgîr dikin.

-Xizmên nebediyan weke her şemî vê şemiyê jî wê li aqûbeta nebediyan bipirsin.