ROJEVA 14'Ê SIBATA 2021'Ê
Çend ji sernavên rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Çend ji sernavên rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.
Çalakiyên ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Ewropayê tên lidarxistin wê werin şopandin.
Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser qada Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bên şopandin.
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Zilar Stêrk qala aliyên dîrokî û rojane yên komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê kir û girîngiya pêngava ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF'ê re vegot.
Piştî 15'ê Sibata 1999'an gelek gerîlayên ARGK'ê çalakiya fedayî tercîh kirin. Şehristan Botan li Êlihê, Akîf li pêşiya avahiya MÎT'ê, Ferhat Berwar li Elbakê û Zînê Gulistan jî li qada Taksîmê tirs bedan dilê dewleta Tirk.
Parlamentera HDP'ê Feleknas ûca li ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî û got, "Sîstema êşkence û îzolasyonê ya li Îmraliyê ji ya Gûantanamoyê jî derbas bûye. Lê belê dinya çavên xwe li vê sîstema êşkenceyê digire."
Aktîvîsta TJA'yê Medîne Olçen tundiya li dijî jinê nirxand ku di dema desthilatdariya AKP'ê de zêde bûye û anî ziman, ku bi komkujiya jinê re êriş li her qada jiyanê tê kirin.
Sibe li gorî dema Ewropayê saet di 20:00 de wê li ser komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan paneleke onlîne bê lidarxistin.
Endamên Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê ji bo kampanya 'Azadî ji Ocalan re' ya sendîkayên Îngiliz banga piştgiriyê kirin û diyar kirin ku kampanya wê heta azadiya Ocalan dewam bike.
Hevserokê HDP'ê yên Wanê Handan Karakoyûn û Fîkret Dogan bal kişandin ser rewşa girtiyan ên ji bo bidawîkirina tecrîdê di greva birçîbûnê de ne û banga berpirsyariyê kirin.
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li rojnameya Natîonal Postê ya li Kanadayê îlan hate dayin.